BI DÎMEN

Li Mûsilê Heşdî Şebî û li Besrayê şîrketên petrolê yên Îngilîz û Emerîkî hedef hatin girtin

Balafirên şer ên DYE’yê derdora baregeha Heşdî Şebî li Nînowayê bombebaran kirin. Balafirgeha Navneteweyî ya Besrayê û sê zeviyên petrolê yên stratejîk li parêzgeha Besrayê ya Iraqê ji aliyê dronên xwekuj ve hedef hatin girtin.

Hêzên hewayî yên DYE’yê ji saetên êvarê û pê ve dest bi bombebarankirina giran a çeperên Heşdî Şebî li Nînowayê kirin.

Li gorî agahiyan, balafireke şer a DYE’yê şeş mûşek avêtin baregeha Heşdî Şebî ya li herêma Raşidiyeyê li bakurê Mûsilê.

Di êrîşê de zirara madî gihîşt avahiyek nêzîkî hedefê.

Di heman demê de, şîrketên petrolê yên Îngilîz û Emerîkî li parêzgeha Besrayê ya li başûrê Iraqê hatin hedefgirtin.

BI BALAFIRÊN BÊ MIROV ÊRÎŞÎ BALAFIRGEHA BESRAYÊ Û ZEVIYÊN PETROLÊ KIRIN

Balafirên bê mirov Balafirgeha Navneteweyî ya Besrayê û zeviyên petrolê yên li parêzgeha Besrayê ya başûrê Iraqê hedef girtin.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, bi tevahî çar dronên xwekuj li balafirgehê û du zeviyên petrolê yên stratejîk xistin. Li gorî agahiyan, dronekê avahiya barhilgir a hewayî ya di hundirê balafirgehê de hedef girtiye, derbarê qurbanî an birîndaran agahî nehatine bidestxistin.

Du dron li tesîsên şîrketeke petrolê ya li herêmê dixebite ketine, di heman demê de drona çaremîn li qada petrolê ya Rumaila ya şîrketa petrolê BP a Îngîlîz xistiye.

Rayedaran diyar kirin ku di êrîşan de tenê zirara madî çêbûye û lêpirsîn hatiye destpêkirin. Heta niha derbarê nasnameya droneyan de  tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.